Heşda Şeibî zevîyên Kerkûkê bi nayasayî dabeş dike

Li qezaya Daqûq ser bi parêzgeha Kerkûkê, desteya Heşda Şeibî parçe yên zevîyan bi ser kesûkarên wan xêzanan belav dikin ku kurên wan çekdarên Heşd bûne û di şeran de hatîne kuştin.

K24- Kerkûk

Li qezaya Daqûq ser bi parêzgeha Kerkûkê, desteya Heşda Şeibî parçe yên zevîyan bi ser kesûkarên wan xêzanan belav dikin ku kurên wan çekdarên Heşd bûne û di şeran de hatîne kuştin.

Mehemed Mehdî Beyanî, berpirsê bakûr yê Heşda şeibî, ev zanîyarî tekez kirin û bi Kurdistanê24 re ragehand: Ew malbatên hatîne destnîşankirin û zevî wergirine, ev tenê  di qonaxa  yekê de bûne, di qonaxa dûyê de, hijmareka din ji kesûkarên şehîdên me zevî li ser wan dê bihê dabeşkirin.

Got jî: Ew kesên ku şehîd bûne hêvên a yekparçeyîya axa Îraqê ne û ewa me encamday tiştek gelek kême beranebra bi wan malbatan.

Herweha Emîr Xwakerem, qaymeqamê ji karladayî yê qeza Daqûqê, bi Kurdistan24 re ragehand: Ew zevîyên hanê li derveyê rênimayîyan û fermangeha şarewanîyê ve hatîne dabeşkirin, le bi awayek ne fermîye lew heya niha me zanyarî li ser wê yekê nîne.

Qeza Daqûq, 40Km ji Kerkûkê ve dûre û dikeve başûra bajarî, hersê pêkhate Kurd, Ereb û Turkuman têd dijîn. Bi egera bûyerên 16 ya Oktoberê , Hêzên Îraqî û Heşda Şebî li vî bajarokî baladestin.