Adil Ebdûlmehdî serdana Emerîakayê dike
Serok wezîrên Îraqê Adil Ebdûlmehdî, serdana Waşitunê dike û kar dike heya ku Îraq bikare xwe dûr bixe ji milmilanê ya di navbera Waşitun û Tehranê de.
K24- Hewlêr
Serok wezîrên Îraqê Adil Ebdûlmehdî, serdana Waşitunê dike û kar dike heya ku Îraq bikare xwe dûr bixe ji milmilanê ya di navbera Waşitun û Tehranê de.
Hazim Şemmerî, vekolerê sîyasî û nêzîk ji desthilatdarên Îraqê, ragehand: Serokê wezîran,Adil Ebdûlmehdî, dixwaze serdana Waşintun bike.
Got jî serokê wezîran hewla wê yekê dide Îraqê dûr bihêle ji milmilanê ya di navbera Emerîka û Îranê de.
Egera serdana serok wezîr bo Waşitunê piştî serdana Mayîk Pompêw, wezîrê derve yê Emerîkayê di dû rojên burî de bi serdaneka nişkav û çaverê nekirî gehişte Bexdayê.
Pompêw daxwaz ji Îraqê kir neçe jêr givaşên Îranê. Herweha daxwaz kir, Îraq asayîş û selametîya hêz û dîplomatakarên Emerîkayî di Îraqê de bipatrêze.