Hijmareka din ji kadir û endamên Komelaya Îslamî dest vekişandin ji kar

Hijmareka din ji kadir û endamên Komele ya Îslamî, dest ji kar vekişandina xwe ji wê partîyê ragehandin.

K24- Hewlêr

 Hijmareka din ji kadir û endamên Komele ya Îslamî, dest ji kar vekişandina xwe ji wê partîyê ragehandin.

Di ragehandinekê de hijmareka kadir û endamên Komele ya Îsalmî aşkera dikin: Ji roja Pêncşembîyê ve, 9/5/2019 wek endam dest ji kar vekişandina xwe ji Komele ya Îslamî radigehînin.

Ew kadir û endamên komeleyê evin:

  • Şukir Elî Teha, kargêrê Civatê.
  • Idrîs Esed Îbrahîm, kargêrê Civatê.
  • Rizgar Resûl Babekir- Endam.
  • Elî Mehmûd Teha endam.

Ev piştî wê yekê dihê ku di meha bûrî de jî sê serkirdeyên Komeleya Îslamî û dûv re jî hijmarek kadir û endamên wê partîyê dest vekişandina xwe ragehandibûn.