Hijmareka din ji kadir û endamên Komelaya Îslamî dest vekişandin ji kar
Hijmareka din ji kadir û endamên Komele ya Îslamî, dest ji kar vekişandina xwe ji wê partîyê ragehandin.
K24- Hewlêr
Hijmareka din ji kadir û endamên Komele ya Îslamî, dest ji kar vekişandina xwe ji wê partîyê ragehandin.
Di ragehandinekê de hijmareka kadir û endamên Komele ya Îsalmî aşkera dikin: Ji roja Pêncşembîyê ve, 9/5/2019 wek endam dest ji kar vekişandina xwe ji Komele ya Îslamî radigehînin.
Ew kadir û endamên komeleyê evin:
- Şukir Elî Teha, kargêrê Civatê.
- Idrîs Esed Îbrahîm, kargêrê Civatê.
- Rizgar Resûl Babekir- Endam.
- Elî Mehmûd Teha endam.
Ev piştî wê yekê dihê ku di meha bûrî de jî sê serkirdeyên Komeleya Îslamî û dûv re jî hijmarek kadir û endamên wê partîyê dest vekişandina xwe ragehandibûn.
.jpg)