Êrîşa xwekujî li Bexda: 8 kuştî û gelek brîndar
Ligor medya Iraqî eger heye ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe
K24 – Navenda Nûçeyan
Fermandariya Operasyonî li Bexdayê ragihand, di encama êrîşek xwekujî de li kolana El Cemile ya devera Sedr li paytexta Iraqê Bexdayê, heta niha 8 kes hatine kuştin û gelek brîndar hene.
Girêdayî êrîşê agahdariyên berferehtir nehatiye dayin. Herweha nehatiye ragihandin, ev kiryar terorî ye yan na û ji alî çi rêxistinê ve hatiye encamp dan.
Ligor medya Iraqî eger heye ku hejmara qurbaniyan zêdetir bibe.
Hêzên Ewleyî yên Iraqê li devera lêkolînan dikin.
C.B