Neteweyên Hevgirtî: Bilindbûn a asta şer li Idlibê karesateka mirovî li pey xwe dihîne
Serokê Komîteya Lêkolînê yê ser bi Netewe yên Hevgirtî ragehand: Bilindbûn a asta şer li Idlibê karesateka mirovî li pey xwe dihîne.
K24- Hewlêr
Serokê Komîteya Lêkolînê yê ser bi Netewe yên Hevgirtî ragehand: Bilindbûn a asta şer li Idlibê karesateka mirovî li pey xwe dihîne.
Pawlo Pênêro ragehand: Bilindbûna asta milmilanê li dawîn devera di destê opizisyona Suryayê de, dibe bi egera bi pîkirina mafên mirov û karesateka mirovî jê peyda bibe.
Pênêro got jî: Hêrişên supayê Surya û Rûsyayê li bakura rojavaya Suryayê û bilindkirina asata şer bi metirsî dazanîn û bi gotina wî, ji encama wan lêdanan bi dehan kesên sivîl bûyine qurabnî û bêtir ji 150 hezar kes derbider bûne.
Pênêro derbarê malbatên Daişê yên ku li Holê dimînin, got: ew ji rewşa wan kesan nîgeranin ku di rewşeke mirovî ya xirab de djîn.