Li Îdirê şerek di navberA Arteşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de çêbû
Li ser sînorê Tirkiye û Îranê di encama şerê Arteşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
K24- Hewlêr
Li ser sînorê Tirkiye û Îranê di encama şerê Arteşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKyê de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû.
Li bajarê Îdirê gundewarê Dîlucuyê ya li ser sînorê Tirkiye û Îranê, îro danê sibê gerîlayên PKKyê bi bombe û çekan êrîşê leşkerên Tirkiyeyê kirin. Di encama şerî de leşkerek hate kuştin û leşkerek jî birîndar bû. Operasyona dijî PKKyê li gundewarên Îdirê berdewame