Danûstandinên Emerîka û Turkîya berdewamin li ser devera ewleh
Nûnerê serokê Emerîka di Hevpeymanîya Navdewletîya li djî Da'şê radigehîne, danûstandinên wan li gel Turkyê derbarê avakirina devera ewleh li Sûriyê berdewamin, lê hîn ew negehiştine rêkeftina dawyê. Daxwaz ji Îranê jî dike hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne.
K24- Hewlêr
Nûnerê serokê Emerîka di Hevpeymanîya Navdewletîya li djî Da'şê radigehîne, danûstandinên wan li gel Turkyê derbarê avakirina devera ewleh li Sûriyê berdewamin, lê hîn ew negehiştine rêkeftina dawyê. Daxwaz ji Îranê jî dike hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne.
Ceymis Cêfrî got jî, ew naxwazin serokê Sûryê Beşar Esed biguherin, lê dixwazin hikûmetekîa nû bi siyasetekê li wî welatî were ava kirin.
Emerîka di danûstandinên xwe de li gel Turkiyê jibo avakirina devera ewleh li rojavaya Kurdistanê berdewame û daxwaz ji Îranê jî dike hêzên xwe ji Sûriyê vekşîne û tekez dike, Waşintin rê nade Îran valahîya ewlekarî li bakura rojhelata Sûriyê dagre.
Nûnerê serokê Emerîka di hevpeymaniya navdewletiya li djî Da'şê de di hevpeyvînekê de li gel rojnameya Şeriq Elewset ya S'ûdî re ragehand, danûstandinên wan li gel Turkyê derbarê devera ewleh li rojhelata Sûriyê pêşketiye, lê hîn wan li ser kûratya wê deverê li hev nekirye, û hîn ew behsa wê yekê dikin dê çawa ewlehîyê û hebûna Turkiyê û Emerîka li navçeyê hebe. Ta niha danûstandin di vê derbarê de berdewamin û ew dixwazin bgehin rêkeftineke dawyê.
Ceymis Cêfrî tekez jî kir, ji bo mayîna hêzên Ewropî li rojhelata Feratê danûstandinên wan li gel hevpeymanan li ser astekî blind berdewamin, û ew ji tişta dibhîzn kêfixweşin.
Derbarê pirsa gel û nameya rêberê PKKê 'Ebdula Ocelan ku daxwaz ji HSDyê kiribû danûstandinan bi hikûmetê re bike û xwe dûr bixin ji şerê Turkiyê, beşeke ji danûstandinên Emerîka û Turkiyê, Cêfrî got, divê ew pris ji alîyê ku helwêsta Ocelan û Turkyê dizanin bê kirin, û tu hemahengiya Emerîkayê bi Ocelan ya kesên nêzîkî wî re nîne û Ocelan bi xwe helwestên xwe diyar dike.
Ceymis Cêfrî hişyarî da Îranê û ragehand, ew dixwazin li dawiya prosêsa siyasî hêzên Îranî ji Sûryê vekşe û hebûna hêzên biyanî li wî welatî vegere wek sala 2011yê. Gut jî, Waşintin rê nade Îran valahîya bakurê rojhelata Sûriyê dagre. Tekez jî kir divê Îran belavbûna hêzên deryayî yên Emerîka bi cidî werbigre.
Nûnerê serokê Emerîka di Hevpeymanîya navdewletîya li djî Da'şê de, gut jî, Waşintin kar ji bo guhertina Beşar Esed nake, lê di rêya dorpêçên abûrî û hebûna leşkerên xwe li bakura rojhelatê Sûriyê dixwaze, hikûmeteke nû bi siyaseteke nû bê avakirin.
derbarê şerê Idlibê jî, nûnerê serokê Emerîka got: Emerîka li djî operasyonên leşkerî ye, û ji bo rawestandina şer li gel Rûsiya û Turkiyê danûstandinan dike, Rûsiyê ji wan re gotiye ew êrîş sînordare û tenê li djî çekdarên Desteya Tehrîr Elşame ku êrîşî navenda Himîmîm dikin.
derbarê ji nû avakirna Sûriyê jî cêfrî got, Emerîka, Yekîtya Ewrupa, Netewyên Yekgirtî û welatên 'Erebî bê guhertina reftarên hikûmetê pereyan pêşkêş nakin.