Serok Barzanî piştevaniya xwe ji Binkeya Laleş re radigihîne
Di nameyeke pîrozbahiyê ji serok û endamên Desteya Bilind a Binkeya Laleşê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe jê re radigihîne û 26emîn damezrandina wê binkeyê li endam û kadorên wê û tevahiya Êzidiyan dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Di nameyeke pîrozbahiyê ji serok û endamên Desteya Bilind a Binkeya Laleşê de, Serok Barzanî piştevaniya xwe jê re radigihîne û 26emîn damezrandina wê binkeyê li endam û kadorên wê û tevahiya Êzidiyan dike.
Serok Barzanî di peyama pîrozbahiyê de got: “Bi boneya bîst û şeş saliya damezrandina Binkeya Laleş pîrozbahiyê li endam û kadîrên Binkeyê Laliş yên birêz û hemû xwişk û birayên Êzîdî dikim. Ji bo karkirin û pêşxistina çalakiyên civakî û kultûrî û xizmetkirina xwişk û birayên Êzîdiyan, destxweşiyê li hewl û keda we dikim.”
Herwiha di peyama Serok Barzanî de hat, “Bi vê boneyê, hêviya serkeftin û berdewamiyê di erk û karên we de dixwazim û bi tevahiya piştevaniya xwe ji bo we radigihînim. Hêviya bextewerî û aramî û vegerandina hemû xwişk û birayên Êzîdiyan li ser jiyana xwe ya asayî dixwazim.”
S. B