Serok Barzanî: Wekîl Mistefayev xwedî helwest û têkoşerekî mezin ê Kurd e
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li malbata Serokê Kurdên Qafqasyayê Wekîl Mistefayev kir û ew bi têkoşerekî mezin ê Kurd û xwedan helwest da zanîn û ragihand, her kesek xizmeta gelê xwe kiribe û di nav dilê miletê xwe da be, ew herdem bi nemir dimîne.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li malbata Serokê Kurdên Qafqasyayê Wekîl Mistefayev kir û ew bi têkoşerekî mezin ê Kurd û xwedan helwest da zanîn û ragihand, her kesek xizmeta gelê xwe kiribe û di nav dilê miletê xwe da be, ew herdem bi nemir dimîne.
Îro Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya malbat û kesûkarên siyasetmedar û Serkirdeyê Kurdên Qefqas xwedê jêrazî Wekîl Mistefayev kir.
Di hevdîtinê de Serok Barzanî ji bo koça dawî ya Wekîl Mistefayev serxweşî û hevxemiya xwe bi malbat û kesûkarên xwedê jêrazî gihand. Serok Barzanî, Wekîl Mistefayev bi têkoşerekî mezin ê Kurd û xwedan helwest da zanîn û ragihand, her kesek xizmeta gelê xwe kiribe û di nav dilê miletê xwe da be, ew herdem bi nemir dimîne.
Her di vê hevdîtinê de malbata Wekîl Mistefayev spasî Serok Barzanî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirin ji bo pêşwazîkirin û girîngîdana xwedê jêrazî û her wiha bi ax spartina termê Mistefayev li Kurdistanê, ku axa wê bi xwîna şehîdan hatiye avdan. Her wiha Serok Barzanî û Herêma Kurdistanê bi cihê hêvî ya ji bo hemû Kurdên cîhanê binav kir.
Di beşeke din a vê hevdîtinê de Serok Barzanî tekez li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê mala hemû Kurdekî ye û ev welat bi xwîna şehîdan dirust bûye û bi xwîna şehîdan jî tê parastin.

Welatparêzê Kurd û Serokê berê yê Tevgera Azadiya Kurdistanê ya Qafqasyayê û Serokê Komara Kurdistana Sor Wekîl Mustafayev roja 19ê Nîsanê li Belçîkayê koça dawiyê kir û roja 10ê Gulanê li Hewlêrê bi xakê hat spartin.
Wekîl Mustafayev di sala 1938a li Ozbekistanê, ji malbatek penaber ji dayik bibû. Malbata wî ji Qafqasya ber bi Asyaya Navîn ji ber siyaseta Stalîn û Panturkîstên Azerbeycana Soviyetêhatibû surgunkirin. Di sala 1967-a de ew beşa hiquqêya Zankoyê Qirgizistanê diqedîne û hema piştî xilaskirina zankoyê dibe cigirê asayişa bajarê Oşê li Qirgizistanê, paşê dibe wekilê bajêr.
Wekil Mustafayev di dema Sovyetan de li wezerata polisê Qirgizistanê, Azerbaycanê û Ozbekistanê wezifeyên giring pêk aniye. Di salan 1980-î de serokatiyê şaxa cinayetên giranî ya Wezereta navxwe ya otonomiya Qaraqalpakiya li Ozbekistanê kiriye.
Di sala 1988’a de li Sovyetistanê tevlîhevî û nakokiyên di nav gelên curbecur dest pê dibe, li ser Kurdên Ozbekistanê, Qirgizistanê, Ermenistanê zextên neteweperestî destpê dibe û li ser vê yekê Wekîl Mustafayêv tevî hevalên xwe rêxistina “Yekbûn” ê ava dike. Dibe cigirê wê organizsyonê, armanca wî ji nûva avakirina otonomiya Kurdistana Sor bû.
Wekil Mûstafayev, piştî hilweşandina dewleta Sovyetê wek penaber li Evrupa jiyan dikir. Ew nivîskarê pirtûka dîrokî bi navê “Kurdistana Qafgasyayê” û xwediyê bi sedan gotarên dîrokî û siyasî ye.
Wekil Mustafayev, Kurdekî niştîmanperwer û Kurdistanparêz, mirovekî bi prensîp û şaşnebar, welatparezekî resen bû. Heta dawiyê nefesa xwe têkoşîna xwe meşand, li pey xwe mîrasek dewlemend hişt.
Wekîl Mustafayev, xwediyê şeş xelat û nîşanên rêzgirtinê ji hukumeta Sovyetê ye û digel jin û zarokên xwe li Italiyayê bûbû penaber.
S. B