Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê spasî Serok Barzanî kir bo parastina pêkhatan li Kurdistanê

Roja Yekşem 12.05.2019 Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya şandekî bilinda Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê ya bi serokayetiya Patriyarkê Pîroz Mar Gurgîsê Sêyem Silêwe, Patriyarkê Dêra Rojhilata Aşûrî li Cîhanê û hejmarek ji metranên Dêra Rojhilata Aşûrî li welatên Amerîka, Kanada, Ewrûpa, Awustralya, Newzlanda, Hindîstan, Îran, Iraq, Sûriye û Lubnanê kir.

K24- Hewlêr

Li hevdîtinê de di derbarê rewşa siyasiya Iraq û navçeyê û cîhanê û gefa hizra tundiyê û terora li ser asayîşa cîhanê û paşaroja mirovayetiyê de danustandina bîr û ramanan kirin û tekez li ser karkirina hemû aliyek ya ji bo kûrkirina birayetî û mirovayetiya li asta cîhanê û li navbera olan de kirin.

Li beşekî dinê vê civînê de çanda pêkvejiyana gelê Kurdistanê û birayetî û tebayî ya di navbera pêkhatên neteweyî û oliyên Kurdistanê bilind nirxandin û şanda mîhvan spasî Serok Barzanî kirin ku roleke mezin li parastina pêkhatan û pêşxistina birayetî û pêkvejiyanê da heye.