Hikumeta Herêma Kurdistanê amareka nû ragehand derbarê rizgarkirîyên destê Daişê
Rêkxerê raparteyên nêvdewletî di hikumet a Herêma Kurdistanê de, Dîndar Zêbarî, ragehand, heya 4ê/ Avdarê, 2019yê hikumeta Herêma Kurdistanê şîyaye 3371 kesan ji revandîyên destê Daişê rizgar bike ku 1165 ji wan jinin, 337 zelamin, 967 zoro yên kiçin û 893 zaro jî kurin.
K24- Hewlêr
Rêkxerê raparteyên nêvdewletî di hikumet a Herêma Kurdistanê de, Dîndar Zêbarî, ragehand, heya 4ê/ Avdarê, 2019yê hikumeta Herêma Kurdistanê şîyaye 3371 kesan ji revandîyên destê Daişê rizgar bike ku 1165 ji wan jinin, 337 zelamin, 967 zoro yên kiçin û 893 zaro jî kurin.
Got jî: Hikumeta Herêma Kurdistsnê bê cudahîkirin derên Herêma Kurdistanê vebûyî hêlaye û ta niha bi dehan hezar malbatên Kirîstîyan, Êzdî, Turkman û Ereb ji deverên başûr û naverasta Îraqê bo paraztina canê xwe ber bi bajarên Herêma Kurdistanê hatine. Li gor şîyanê hemû sanahîkkarîyek ji wan re hatîye encamdan û niha jî wek hemû hevwelatîyên Kurdistanê jîyana xwe ya rojane bi rê dikin bê ti givaş.
Herweha got: Piştî dagîrkirina Şengarê 6284 hevwelatîyên Êzdî ji alîyê Daişê ve hatin revandin. Ji wan 3467 mê bûne û 2717 nêr bûne. Hikumeta Herêma Kurdistanê hewlên xwe zêdekirin bo rizgarkirina wan revandîyan û komîteyek damezirand bo komkirin a zanyarîyan û dûvçûna kêsên jinên Êzdîyên yên revandî û budceyeka taybet dana bo rizgarkirina wan. Her bo evê armancê hinek pere bo wan kesan dana bo her kesek jinekê azad bike yan zanyarîyên alîkar bide. Piştî vegerana wan jî, hikumetê hemû alîkarîyekê dike bo vehewandina wan û car din vegerêyanê bo nav civakê û destpêkirina jîyana asayî.
Herweha Zêbarî got: li Şengarê piştî hatina Heşda Şeibî û herweha hebûna PKKyê û duristbûna şer û pêkdadanan li wê deverê, 800 malbat careka din vegerîyane kempa Duhokê.
Zêbarî li ser şêwaza reftarkirina Pêşmerge ragehand, li deverên jêr kontirola Pêşmerge ti reftarên xirab li gel pêkhateyên neteweyî û olî nehatine encamdan û bi ti awayekê xanî û malên kes nehatye heriftin û talankirin. Herweha daxwaz ji Êzdîyan nehatîye kirin wek Kurd xwe bidin nasîn û naçar nehatine kirin bi zorê piştîvanîya hikumeta Herêma Kurdistnê bikin.