HSD hejmarek ji navçeyên 'Erebî li Rojhilatê Feratê radestî xelkê wê dike

Hêzên Sûriya Demokrat, rêveberiya hejmarek ji navçeyên 'Erebî li Rojhilatê Feratê radestî xelkê wê dike.

K24- Hewlêr

Hêzên Sûriya Demokrat, rêveberiya hejmarek ji navçeyên 'Erebî li Rojhilatê Feratê radestî xelkê wê dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kiriye, ku îro civînek di navbeyna Hêzên Sûriya Demokrat û nûnerên hoza 'Igêdat li bajarokê Elşihêl yê Dêrezorê birêve çû û di wê civînê de her du alî liser hejmarek ji xalan lihevkirine:

Yekem: radestkirina birêvebirina navçeyên 'Erebî ji xelkê wê yê 'Ereb re.

Duyem: valakirina kampên awareyan ji xelkê.

Sêyem rawestandina girtina xelkê û serbestberdana wan kesên ji xelkê wan navçeyan hatî girtin.

Çarem: jî, karkirin li ser derxistina mîlîşyatên Îranî ji rojavayê Feratê.

Ev demek e xwepêşandan li dijî HSD li bajarokê Elşihêl berdewam in û Rêveberiya Xweser hewl dida bigihe rêkeftnekê digel serokhozên navçeyê.