Li Akrê, grûpekeka bazirganiya madeyên hişbir hat girtin

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir grûpekek bazirganiya madeyên hişbir li Akrê girt.

K24- Akrê

Rêveberiya Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir grûpekek bazirganiya madeyên hişbir li Akrê girt.

Rêveberiya  Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir ya ser bi Dezgeha Asayişa Herêma Kurdistanê ve di daxuyaniyekê de ragehand,   îro hêzên wan li sînorê bajarokê Akrê karîne grûpeke bazirganiya madeyên hişbir bigrin ku ji sê tometbaran pêk tê, herwiha karîne destê xwe deynin ser 45 kg ji madeyên hişbir ji coreya Heroin.

Di daxuyaniya Rêveberiya  Giştî ya Nehiştina Madeyên Hişbir de hatiye ku vê grûpêhewil dida Herêma Kurdistanê bikin pirrek ji bo veguhestina madeyên hişbir, herwiha rêveberiyê amaje bi wê yekê kir ku ev tometbar li gor madeya 14 ji  yasaya hişbir lêkolîn ligel wan tê kirin kirin û ji bo dadgehê jî têne şandin.