Surya daxwaz ji Civata Asayîşa Nêvdewletî dike karê HSDyê ragiere li rojhilat û bakûra Suryayê
Wezareta Derveya Suryayê daxwaz ji Civata Asayîşa Nêvdewletî dike Hêzên Suryaya Demukrat (HSD) li rojhilat û bakûra Suryayê ragire.
K24- Hewlêr
Wezareta Derveya Suryayê daxwaz ji Civata Asayîşa Nêvdewletî dike Hêzên Suryaya Demukrat (HSD) li rojhilat û bakûra Suryayê ragire.
Wezareta derveya Surayê di nameyekê de bo Civata Asayîşa Nêvewletî , amaje bi wê yekê kirîye, HSD ku ji alîyê Emerîka û welatên rojava piştîvanî dihê kirin, reftarên xirab li gel xelkê derdorê Dêra Zorê dike û xwlkên wan deveran naçar kirine li jêr fermana wan kar bikin.
Wezareta derveya Suryayê amaje bi wê yekê jî kirîye, li çend rojên bûrî xelkên deverên Dêra Zorê dijî HSDyê xwenîşandan encam dane, lê HSD bi çek û tundîyê ew xwenîşander belavkirine.
Herweha daxwaz ji Civata Asayîşê kirîye, karê HSDyê li rojhilat û bakûra Suryayê ragiere.