Mesrûr Barzanî peywendîyên Herêma Kurdistanê li gel balyozê Bêlarûsya gêngeşe kir
Mesrûr Barzanî, rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Endrêy Savînîk, balyozê Komara Bêlarûsya li Îraqê.
K24- Hewlêr
Mesrûr Barzanî, rawêjkarê Civata Asayîşa Herêma Kurdistanê pêşwazî kir li Endrêy Savînîk, balyozê Komara Bêlarûsya li Îraqê.
Di dîdarê de ji bilî gêngeşekirinê li ser pêşhatên deverê û hewlên pêkanîna hikumeta Herêma Kurdistanê, behsê pêşxistina peywendêyan jî kirin di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Bêlarûsyayê de.
Di wê dîdarê de Mesrûr Barzanî, amadeya Herêma Kurdistan nîşan da bo pêşxistina peywendîyên dû alî li gel Komara Bêlarûsya û amaje bi wê yekê jî da ku li Herêma Kurdistanê delîveyên baş û guncayî bo kompanyayên bîyanî hene li gişt sêkteran.
Di beraneber de balyozê Komara Bêlarûsya behsê şîyana welatê xwe kir ji alîyê pîşesazî û abûrî ve û xweşhalîya xwe derbirî bi hêzkirina peywendîyên welatê wî li gel Herêma Kurdisatnê û amaje bi wê yekê jî da ku ew ji alîyê xwe ve dixwazin di gelek bîyavan de peywendîyên Bêlarûsya û Herêma Kurdistanê pêş bixin, ji wan jî bîyava bazirganî, perwerde, xwîndina bilind, saxlemî û çandin.