Emerîka û Elamanîyayê meşq û rahînanên serbazî li Îraq û Kurdistanê ragirtin

Welatê Emerîka û Elmanîyayê meşq û rahînanên xwe bi hêzan li Îraqê û Kurdistanê bi awayeke demkî ragirtin.

K24- Hewlêr

Welatên Emerîka û Elmanîyayê meşq û rahînanên xwe bi hêzan li Îraqê û Kurdistanê bi awayeke demkî ragirtin.

Ferîq Cebar Yawer emîndarê Wezareta Pêşmerge ragehand, herdû welatan bizavên xwe li Îraqê sinûrdar kirîne û di vê çarçoveyê de meşq û rahînanên serbazî li Herêma Kurdistan û Îraqê ragirtine.

Cebar Yawer ragehand jî, bi egera wê rewşa niha di navbera Emerîka û Îranê de heye, herdû alî bi awayek demkî erkên xwe li rahînanê bi sûpay ragirtine.

Ji alîyekê dî ve Holendayê jî ragehandîye ku ew jî rahînanên wan  bi hêzên Pêşmerge û supayê Îraqê dê bihê hipisartin û ragirtin.