Mêdya ya Rûsyayê: Rewşa Balyozxaneya Emerîkayê li Bexdayê ne asayîye
Karmendekê bîyanî li balyozxaneya Emerîkayê li Bexda ragehand, rewşa hindûr Balyozxaneya Emerîkayê ne asayîye û piştî vekişandina karmendên ne serekî, corek pişêwî durist bûye.
K24- Hewlêr
Karmendekê bîyanî li balyozxaneya Emerîkayê li Bexda ragehand, rewşa hindûr Balyozxaneya Emerîkayê ne asayîye û piştî vekişandina karmendên ne serekî, corek pişêwî durist bûye.
Wî karmendê balyozxaneyê di peywendîyeka telefonî de li gel kenala RT got jî: Heya niha ti ruhinkirin li ser rewşê nehatîye dan û zanyarî tenê bi rêya mêdyayê ve dugehin.
Herweha got: Rewş wek rojên asayîyên berê nîne, ti mameleyek nehatîye bi rêkirin. Rêkarên asyîşyên tund girtine pêşîya xwe. Berpirs neşên ti tişteke yekalî bi karmendan re bêjin.