Firokeyên cengîyên Turkîyayê hevwelatîyek şehîd kir

Bi egera berdewambûna şer û pêkdadanan di navbera supayê Turkîyayê û Gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) firokeyên cengîyên Turkîyayê bi berdewamî burdûmana deverên sinûrî dikin, hevwelatîyek li çîyayê Botîn Şehîd bû.

K24- Hewlêr

Bi egera berdewambûna şer û pêkdadanan di navbera supayê Turkîyayê û Gerîlayên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) firokeyên cengîyên Turkîyayê bi berdewamî burdûmana deverên sinûrî dikin, hevwelatîyek li çîyayê Botîn Şehîd bû.

Li gor zanîyarîyên nûçegihanê Kurdistan24ê, ew hevwelatî duhî Sêşembîyê. 14yê Ayarê 2019yê bi armanca komkirina gîyayên beharê serdana wî çîyay kiribû û bê sorax mabû. Evro jî termê wî hat vedîtin.

Ew cih dikeve nêzîk gundê Kanîya Milanê, li nêzîk çîyayê Botîn, li devera Mizûrî Bala, ku ser bi nahiyeya Şêrwan Mezin e li qezaya Mêrgesorê li devera Barzan.

Rayîd Seidûn Hawdîyanî, gotebêjê polîsên Soran, nasnameya evî hevwelatî xuya kir û ragehand: Navê wî Lazim Elî Feqo Pêndiroyî ye û temenê wî 60 sale û Pêşmergeyê xanenişîne.

Li gor zanyarîyan ev hevwelatî ji encam a burdûmana firokeyên cengî, li bilindahîyên çîyayê Botîn şehîd bûye.

Ev hevwelatî di bineret de xelkê Behirke ye li nêzîk bajarê Hewlêrê, wek geşteka beharî çûye wê deverê bo komkirina gîyayên beharê çûye wî cihî.

Evro 15yê, Eyarê 2019yê piştî rojekê ji bê soraxbûna wî, termê wî hat vedîtin û ji alîyê hevwelatîyan û tîmên polîsan, termê wî ji serê çîyay anî xwarê.

Gotebêjê polîsên Soran daxwaz ji hevwelatîyan dike bi egera şer û burdûmana berdewam bi ti awayekê bo gîyayên beharê neçin wan deverê.