Suheyla Kandîda Siwêdêye bo perlemana Ewrûpa û dilê wê bo Kurd lê dide
Yek ji kandîdên Partîya Kirîstyan Demukrata Siwêdê bo perlemana Ewrûpayê, kiçeka Kurde û niha mijûlî bangeşeya hilbijartinêye. Seroka partîyê jî bo piştîvanîya wê kiça Kurd, serdana bajarê Boros kir û di banegeşeya wê de pişikdarî û alîkarîyê dike.
K24- Hewlêr
Yek ji kandîdên Partîya Kirîstyan Demukrata Siwêdê bo perlemana Ewrûpayê, kiçeka Kurde û niha mijûlî bangeşeya hilbijartinêye. Seroka partîyê jî bo piştîvanîya wê kiça Kurd, serdana bajarê Boros kir û di banegeşeya wê de pişikdarî û alîkarîyê dike.
Suheyla Forş, berbijêra hejmare 8 ya Partîya Kirstyan Demukrata Siwêd bo perlemana Ewrûpayê, dibêje: Xwîna Kurd û kudînîyê di nav demarên min de heye, bêguman Ez dê bibim dengê Kurd.
Suheyla Forşji sala 1993yê ve li Siwêdê dimîne û di warê civaka sivîl de kar kirîye û rêkxistîya Xatûn damezrandîye. Li sala 2010bûye endama Partîya Kirîstyan Demukrata Siwêdê. Niha bi nav bahjarên Siwêdê re digere û daxwaz ji xelkî dike dengî bidenê.
Bo piştîvanîya Suheylayê û nasandina wê bi xelkê re û behskirina kar û çalakîyên wê , seroka Partîya Kirîstiyan Demukrata Siwêde. Pişikdarîyê di bangeşeyên hilbjiartinê dike.
Êba Borş Tûr, seroka Partîya Kirîstiyan Demukrata Siwêde, dibêje: Nabe karên berçav û bi bandorên Suheylayê ji bîra me biçe, ku tim kar bo wekhevî û mafên mirov dike. bi rastî ew nimûneyeka berçave û di gelek biwaran de me gelek pêdivî bi perlemantarên weha heye di perlemana Ewrûpayê de. Ez hêvî dikim piranîya dengan bi dest xwe ve bihîne.
26,5,2019 roja hilbijartina perlemana Ewrûpayêye. Suheyla jî kandîda Partîya Kirîstiyan Demukrata Siwêde û daxwaz dike dengî bidenê.
Evîna min bo çekê min, navê wê romanêye ku bo cara yekê Suheylay li welatê Siwêdê nivîsandî û bi egera wê romanê jî şahê Siwêdê gazî wê kir û rêz ji wê hat girtin. Wê ku li Siwêd wek jineka biwêr navdare û soz daye di perlemana Ewrûpayê de bibe dengê kiç û jinên Kurd , herweha bibe dengê doza Kurd.