Li Dûbizê bi sedan donim dexlûdanên cotkarên Kurd hatin dizîn
Li gundê Mame ser bi qezaya Dûbizê, şeva bûrî, genim û cehên çandîyên cotkarên Kurd ji alîyê hinek kesên nenasyayî hatin vedirûn û cotkarên Kurd Erebên Hawirde tuhmetbar dikin bi encamdana vî karî.
K24- Kerkûk
Li gundê Mame ser bi qezaya Dûbizê, şeva bûrî, genim û cehên çandîyên cotkarên Kurd ji alîyê hinek kesên nenasyayî hatin vedirûn û cotkarên Kurd Erebên Hawirde tuhmetbar dikin bi encamdana vî karî.
Hijmareka cotkarên Kurd di axivtinên xwe de bo Kurdistan24 behsa wê yekê kirin ku nêzîkî 10 hezar donim ên zevîyên çandinê hene û ew zevî xistînr di nav lîsta deverên arîşe li ser.
Gotin jî: Ev sal wan zevîyên xwe tov kirin û di dema gehiştina berî, Erebên Hawirde, bi şevê dexl û danên wan vedirûne û berhem ji xwe re birine.