YNK û alîyên Erebî û Turkman daxwaza vehêlana Rakan Cibûrî dikin li posta parêzgarê Kerkûkê
Li gor belgenameyekê, Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) û alîyên Turkmanî û Erebî yên di nav
K24- Hewlêr
Li gor belgenameyekê, Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) û alîyên Turkmanî û Erebî yên di nav
Civata Parêzgeha Kerkûkê de, li rêkevta 16/4/2019 wajûkirine û rêkkevtine ku Rakan Seîd Cibûrî wek parêzgar û cêgirê parêzgarê Kerkûkê bi wekalet li posta xwe berdem be; heya hilbijartina Civata Parêzgeh a Kerkûkê.
Di vê rêkkevtinê de her yek ji serokê firkaisyona Erebî û Turkmanî û Kake Reş Sedîq, endamê lîsta Biraytî ku ser bi YNKyê ye wek serokê lîstê wajû kirine, ev di demekê de ku Mehemde Kemal serokê lîsta Birayetî Kerkûke ku ser bi Partêya Dîmukrata Kurdistanê neku Kakereş Sedîq.
Konivîsa kombûna pişikkirina desthilata dîwana parêzgehê ji 9 xalan pêkhatîye û wêneyek bi dest Kurdistan24 kevtîye. Her di wê rojê de bi nivîsareka fermî ji alîyê Rakan Seîd Cibûrî, parêzgarê Kerkûkê bi wekalet hatîye şandin bo nivîsîngeha serok wezîrên Îraqê.
Di xala yekema rêkkevtinê de, daxwaz hatîye kirin Rakan Seid Cibûrî, wek parêxzgarê Kerkûkê bi wekalet di posta xwe de vemîne haya hilbijartina Civata Parêzgehê dihê encamdan.
.jpg)
Herweha di xala dûyem û sêyem de daxwaz hatîye kirin her yek ji Elî Hemadî, ji pêkhateya Ereb û Rayîd Cemal ji pêkhateya kirîstyanan li postên harîkarê parêzgarî bo karûbarên hunerî û karûbarê kargêrî vemmînin.
Herweha di xala çarem de biryar hatîye dan, xebat Esed ji pêkhateye ya Kurd bibe harîkarê parêzgarî bo karûbarên xizmetguzarîyê.
Li gor xala pêncem, Turkmanek jî bi navê Yalçîn Mehdî, wek harîkarê parêzgar bo karûbarê wize hatîye destnîşankirin.
Di xalên hefetem û heştem de daxwaza vehêlana postên rawêjkarê prêzgarî bo karûbarên yasayî, rêkxistîyan û rawêjkarê kargêrî ku yê yekê Erebe û kesê dî jî Turkumane. Di xala heştem de, posta rawêjakarê asayîşîyê parêzgarî hatîyedan bi kesek Turkman.
Di xal nehem de posta rawêkarê hunerî bihê danan û bidin Kurdekî.

Bi eger bûyerên 16yê Oktoberê û dagîkirina Kerkûkê ji alîyê Heşda Şeibî û supayê Îraqê ve Rakan Seîd Cibûrî wek parêzgar hat sepandin bi ser Kerkûkê re, niha jî, ji alîyê Kurd ve tuhmetbare bi erebkirina Kerkûkê bi piştîvanîya Erebên Hawirde.