Parêzgarê sepandîyê Kerkûkê: Em û YNK dû hevpişkên serkevtîne

Parêzgarê sepandîyê Kerkûkê aşkera dike, wan li gel Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) gotûbêj û danûstandin heye, lê ji Partîya Demukrata Kurdistanê dûrin.

K24- Hewlêr

Parêzgarê sepandîyê Kerkûkê aşkera dike, wan li gel Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) gotûbêj û danûstandin heye, lê ji Partîya Demukrata Kurdistanê dûrin.

Rakan Cibûrî, parêzgarê bi zorê hatîye sepandin bi ser kerkûkê re, di ko kongireyeka rojnamevanî de, ragehand: Peywendîyên me li gel YNKyê gelek başin û li ser pirsên taybet bi Kerkûkê gotûbêj û rawêjê bi hev re dikîn û em dû hevpişkên serkevtîne.

Got jî: Me ti peywendî li gel Partîya Demukrata Kurdistanê nîne û mêdya jî rolek xirab dileyîze.

Di heftîyên burî de, pêleka bi erebkirinê li herdû parêzgehên Kerkûk û Dîyale bi bi awayeka bername darêjtî destpêkirîye û Kurdên wan deveran jî Parêzgarê Kerkûkê bi rolgêrê evê pêlê tuhemtbar dikin.