Beşar: Amerîka piştevaniya ji bo çareseriyeke siyasî li Sûriyê piştrast dike

Amerîka piştrast dike ew ê fişarên xwe bidomînin ta çareseriyeke siyasî li Sûriyê pêk were

Navenda Nûçeyan (K24) – Şanda opozîsyona Sûriyê li New Yorkê bi Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî Richard Mills re civiya, di civînê de guftûgo li ser rewşa Sûriyê bi giştî û rewşa Efrîn û Serê Kaniyê hatin kirin.

Cîgirê Serokê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozîsyona Sûriyê (Îtîlaf) û nûnerê ENKSê di wê hevpeymaniyê de Dr. Ebdulhekîm Beşar ji K24ê re ragihand, şanda hevbeş a opozîsyona Sûriyê li New Yorkê duhî 27ê Îlonê bi Cîgirê Nûnerê Daîmî yê Amerîka li Encûmena Asayişa Navdewletî Richard Mills re civiya.

Beşar diyar kir jî, di civînê de guftûgo derbarê proseya siyasî ya Sûriyê û astengkirina rêjîma Sûriyê ji wê proseyê re û xemsariya Amerîka bi dosyaya Sûriyê û Yasaya Sîzer hatin kirin.

Herwiha destnîşan kir, rewşa rojhilatê Firatê jî hate behskirin û şanda opozîsyonê spasiya Amerîka ji bo şerê wê yê li dijî terorê û serperiştiya wê ji danûstandinên Kurdî – Kurdî kir.

Cîgirê Serokê Îtîlafê da zanîn, guftûgo li rewşa Efrîn û Serê Kaniyê hate kirin û her du alî hevnêrîn bûn ku divê fişar li hemû aliyan bê kirin, ji bo xelkê wan bajaran bikarin bi ewlehî û aramî vegerin ser cih û warên xwe.

Beşar got jî, Balyozê Amerîkî piştgiriya welatê xwe ji proseya siyasî ya Sûriyê re nîşan da û tekez kir ku girîngîpêdana Amerîka ji dosya Sûriyê re kêm nebûye û fişara Amerîka dê berdewam be heta ku çareseriyek siyasî pêk bê.

Şandeke hevbeş a Îtîlaf û Desteya Danûstandkar a Opozîsyona Sûriyê ji bo beşdariya di civînên Komeleya Giştî ya Netewên Yekgirtî de li New Yorkê ye. Ji ENKSê Ebdulhekîm Beşar û Îbrahîm Biro cihê xwe di wê şandê de digirin.