Artêşa Tirkiyê 5 karwanên leşkerî şandin Idlibê
Ji duh ve Artêşa Tirkiyê 5 Karwanên leşkerî di bajarê Hatayê re derbasî devera Idlibê kirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Ji duh ve Artêşa Tirkiyê 5 Karwanên leşkerî di bajarê Hatayê re derbasî devera Idlibê kirin.
5 Karwanên Artêşa Tirkiyê ku ji hêzên komando, zirîpoş, çek û teqemeniyê pêk hatibûn, di deriyê Kirikhanê re ketin nav xaka Sûriyê.
Hate ragihandin, armanca şandina 5 karwanên leşkerî, zêdebûna alozîyan yên devera Idlibê ye.
Ji roja 30î Nîsana bûrî ve artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsî dest bi êrîşa li ser “herêma bêçek” li gundewarê bakurê Hema û başûrê Idlibê kiriye û di encamê de heta niha zêdetir ji 517 kesî canê xwe jidest daye û zêdetir ji 200 hezar kes jî koçber bûne.
Agirbesteke demkî bo 72 demjimêran hatibû kirin, lê bi vê sibê re artêşa Sûriyê ji eniyan li çiyayê Şehşebo, eniha Sehriye û eniya Deşta Xabê ve dest bi êrîşê kir.
S. B