Sedir li ser milmilanê ya Îran û Emerîakyê helwêsta xwe ragehand
Mûqteda Sedir rêberê Rêwta Sedir, daxwaz ji hemû Îraqê kir (ji bilî parêzgeha Necef), xwenîşandanan bikin bi armanca dûrxistina nehametîyên şer û ragehand: nabe Îraq bikeve di çeperê ti alîyekê de ji alîyên nakok.
K24- Hewlêr

Îbrahîm Cabirî, rêvberê nivîsgeha Sedir li Bexdayê Ragehand: Xwenîşandan bo piştîvanîyêye ji asayîşa Îraqê û aştîyêye, herweha bo dûrxistina Îraqêye ji milmlanêyên nêvdewletî.
Got jî: Me divêt Îraq neb pişkek ji şer û milmlanêyan û piştîvanîya hikumetî bikîn daku neçe di ti çeperan de.
Nivîsgeha rêberê Sedir ragehand jî: xwenîşandanên aştîyane roja Heynîyê, 24/5 di demjimêr 9ê şevê li hemû parêzgehên Îraqê dest pê dike tenê li Necef nebe.