Parêzerên Ocalan derbasî Girava Îmraliyê bûn

Parêzerên Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bi armanca pêkanîna hevdîtinê derbasî Girava Îmraliyê bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzerên Rêberê PKKê Abdulah Ocalan bi armanca pêkanîna hevdîtinê derbasî Girava Îmraliyê bûn.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdula Ocalan piştî erêkirina daxwaza wan ya hevdîtinê, vê sibê derbasî Girava Îmraliyê bûn.

Parêzeran piştî heşt salan, 2'ê Gulanê yekemcar bi Abdulah Ocalan re hevdîtin encam dabûn.

Wezîrê Dadê yê Tirkiyê berî çend rojan dabû xuyakirin, ti astengî li pêş hevdîtina Ocalan bi parêzerên xwe re nemaye.

Demek e bi hezaran girtî û parlamentera HDPê Leyla Guven bi armanca ku fişara ser Ocalan were rakirin, dest bi grevên birçîbûnê kiribûn.

 

S. B