Çekdaran welatiyekî Efrînê di bin eşkenceyê de kuşt
Welatiyekî Kurd ê Efrînê ku berî 9 rojan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin, îro termî wî li nêzîkî Efrînê kuştî hat dîtin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Welatiyekî Kurd ê Efrînê ku berî 9 rojan ji aliyê grûpên çekdar ên ser bi artêşa Tirkiyê ve hatibû revandin, îro termî wî li nêzîkî Efrînê kuştî hat dîtin.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kiribû, grûpeke çekdar roja 13ê vê mehê 3 welatiyên Efrînê Şerefedîn Sîdo, Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl dema ji Cindirêsê diçûn Ezazê revandibûn û ji wê demê ve jî rastî eşkenceyên hovane tên û li hember berdana wan daxwaza 100 hezar Dolar ji malbatên wan dikin.
Îro jêderekî ji Efrînê ji K24ê re got, îro termê Reşîd Hemîd Xelîl di navbera gundên Qestel Cindo û Erebwêranê yên navçeya Şera kuştî hat dîtin.
Heta niha jî çarenivîsa her du revandiyên din Şerefedîn Sîdo û zarokê 9 salî Mihemed Xelîl ku kurê ew kesê hatiye kuştin e, ne diyar e.
Ev di demekê de ye, girtevîdyoyek kete destê çalakvanên Efrînê, tê de Şerefedîn Sîdo çavgirtî derdikeve û li ser rû û gewdê wî xwîn û şûna eşkence û lêdanê diyar dibe û çekdar zorê li wî dikin ku peyamekê arasteyî malbata xwe dike û daxwaza pereyan bike.
Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tenê ji bo standina pereyan bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin, eşkencedan û ev çend welatî jî di bin eşkenceyê de hatine kuştin.
Ev girtevîdyo ketibû destê çalakvanên Efrînê, tê de revandiyê din Şerefedîn Sîdo çavgirtî derdikeve û li ser çav û gewdê wî xwîn û şûna eşkence û lêdanê diyar dibe û çekdar zorê li wî dike ku peyamekê arasteyî malbata xwe dike û daxwaza pereyan bike, heger malabata wî pereyan ji çekdaran re peyda nekin, dê çarenivîsa wî kuştin be.
S. B