Xelkên Xaneqîn: Tenê hêza Pêşmerge dikare deverên me biparêze

Bi armanca vekolînê ji rewşa asayîşa Xaneqînê, xirabîya kawwdan û zêdebûna karên teroristî li sinûrê Xaneqîn û derdorê wê, şandeka Komîteya Asayîş û Berevanîyê di Perlemana Îraqê de serdana wê deverê kirin.

K24- Xaneqîn

Hevdem di dema çûna wê şandê bo dev gundîyan, hevwelatîyên deverê daxwaza vegeran Pêşmerge kirin û dibêjin: Tenê hêza Pêşmerge dikare deverên me biparêzin.

Alozbûna rewşa asayîşî û zêdebûna karên teroristî li qezaya Xaneqînê , perlemana Îraqê naçar kir şandekê ji Kmîteya Asayîş û Bervanîyê bi yawerîya şandeka serbazî, supa  û polîsên Dîyala serdan wê qezayê bikin û ji nêzîk ve ji rewşa xiraba wê deverê vekolin.

Şand çûn gundê mubarek, ku di heftîya bûrî de di nav gund de dû hevwelatî hatin terorkirin û dexl û danên wan hatin şewitandin. Ev jî di demkê deye ku biryar hatîye dan rêjeya hêzên asayîş û supayê li qezaya Xaneqînê û derdorê wê bihê zêdekirin; daku bizavên Daişê li deverê nehêlin û asyîşê dabîn bikin bo deverê.

Gundî jî dibêjin: Me divêt Pêşmerge vegerin û asayîşê ji me re dabîn bikin.