Ciwanek bi Qirş û qalan karên hunerî diafirîne

Li Diyarbekirê ciwanek bi navê Omer Kûtlû ji bermayîyan û ji qirşuqalan hunerek cawaz diafirîne. Ciwanê ku beriya 3 salan dest bi vê xebatê kiri ye niha li herêmê navdar bû ye û heta berhemên xwe difiroşe bajarên derdorê jî.

K24-Amed

Li Diyarbekirê ciwanek bi navê Omer Kûtlû ji bermayîyan û ji qirşuqalan hunerek cawaz diafirîne. Ciwanê ku beriya 3 salan dest bi vê xebatê kiri ye niha li herêmê navdar bû ye û heta berhemên xwe difiroşe bajarên derdorê jî.

Qirşuqalên kolanan, kereste, amûr û kelûperên ku hatine asta avêtinê qirêj û gêreyê tînin bîa mirovan. Lê li Diyarbekirê ciwanek vê nêrînê têk dibe û ji qirşûqal, kereste, amûr û kelûperên ku hatine avêtin hunerekê diafirîne û ev yek ji bo wî dibe pîşeyeke rengîn jî. Qirşûqal di destên Omer Kûtlû de vediguherin berhemên bedew. Omer Kûtlû amaje dike ku wî 3 sal berê rojekê qutiyek avêtî girt deste xwe û ji nişka ve boyax kir û teşeyên cûda da qutiyê û ev yek hêdî hêdî ji bo wî bu pîşeyek ku nekaribe dest jê berde.

Omer Kûtlû- hunermendê qirşuqalan-, dibêje:" Mirov ji bo ku bikaribin cih ji bo mobîlyayên nu vekin yên kevin diavêjin. Ez dixwazim balê bikêşim vê îsrafê. Civak gelek bêxem e di vê mijarê de. Ez di wê baweriyê de me em dikarin heta dawiyê sûdê ji her amûr û kelûperên xwe bistînin."

Omer Kûtlû dide zanîn ku di nava 3 salan de wî kariye ji xwe kargehekê jî veke û êdî sparîşan jî distîne. Ciwanê jêhatî dibêje ew keyfxweşe ku bi pîşeyeke jê hes bike û keyfe jê bistîne bikaribe di heman demê de debara xwe jî jê derxîne.

Omer Kûtlû- hunermendê qirşuqalan- got:"Di destpêkê de ti armancek min a bazirganiyê nebû. Paşê gelek kesan got van tiştên kut û çêdikî dikarî bifiroşî jî. Heta sparîş jî min wergirtin. Min di kargeheke biçuk de destpê kir niha jî li ciheke mezintir im. Heta ji derveyî bajêr jî car caran sparîş tên."

Ciwanê Diyarbekirî amaje dike ku wî kariye kar û xebatên xwe bigihîne heta astekê û armanca wî ya di rêzê de ew e bikaribe qurseke ya perwerdeya hunera xwe veke da ku hem hişmendiya parastina xwezayê bilind bike û hem jî ji civakê re vebêje mirov dikare bi çaveke hunerî nêzîkî her tiştî bibe.