Grûpên çekdar 3 welatiyên Kurd ên Efrînê direvîne
Grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd li Efrînê revandine û çarenivîsa wan ne diyar e.
K24 – Navenda Nûçeyan
Grûpên çekdar yên ser bi artêşa Tirkiyê ve 3 welatiyên Kurd li Efrînê revandine û çarenivîsa wan ne diyar e.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar Endamê Encûmena Sivîl a Cindirêsê Cegerxwîn Îsmaîl ji 20 rojan ve revandiye û piştre ew radestî artêşa Tirkiyê kiriye û niha çarenivîsa wî ne diyar e.
Herwiha wê rêxistinê da zanîn, grûpa El Hemzat li navçeya Şêrewa du welatiyên sivîl bi navê Welîd Silêman û Yûsif Şemonê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin û li hember azadkirina wan, daxwaza pereyan ji malbatên wan kirine.
Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, bi hezaran welatiyên sivîl tên revandin û eşkencedan. Roja 22ê vê mehê jî welatiyê bi navê Reşîd Hemîd Xelîl di bin eşkenceyê de kuşt.
S. B