23 gundên Çêwlikê wek herêmên ewlekariyê hatin ragihand
Dorûbera 23 gundên Çêwlikê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmêm ewlekariyê heta dawiya sala 2019an hatin ragihandin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Dorûbera 23 gundên Çêwlikê ya Bakurê Kurdistanê wekî herêmêm ewlekariyê heta dawiya sala 2019an hatin ragihandin.
Parêzgeriya Çêwlikê bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir, li gor Fermana Serokomariya Tirkiyê dorûbera 23 gundên Çêwlikê wekî herêmên ewlekariyê yên demkî hatine ragihandin.
Parêzgeriyê amaje bi wê kir, ev biryar ji bo operasyonên li dijî gerîlayên PKKê hatiye girtin û serdana 23 herêmên ewle heta dawiya sala 2019an qedexe ye.
S. B