Grûpa welatiyên Efrînê direvîne û dikuje hat aşkerekirin
Li Efrînê, grûpa çekdar a 3 welatiyên Kurd revandine û yek ji wan kuştibû, hat aşkerekirin û çekdarekî wê grûpê hat kuştin û yekî din hat destserkirin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Efrînê, grûpa çekdar a 3 welatiyên Kurd revandibûn û yek ji wan kuştibû, hat aşkerekirin û çekdarekî wê grûpê hat kuştin û yekî din hat desteserkirin.
Grûpeke çekdar roja 13ê vê mehê 3 welatiyên Efrînê Şerefedîn Sîdo, Reşîd Hemîd Xelîl û kurê wî yê 9 salî Mihemed Xelîl dema ji Cindirêsê diçûn Ezazê revandibûn û bi awayekî hovane eşkence dabûn û li hember berdana wan daxwaza 100 hezar Dolar kiribûn û piştre roja 21ê vê mehê jî Reşîd Hemîd Xelîl jî di bin eşkenceyê de kuştibû.
Îro jêderekî ji malbata Reşîd Hemîd Xelîl îro ji K24ê re ragihand, ji bo vê pirsê wan pêwendî bi grûpa Ehrara El-Şerqiyê kir û şeva bûrî bi planekê dema radestkirina pereyan bo wê grûp, çekdarên Ehrar El-Şerqiyê hewla girtina wan da û şer û pevçûn derket, di encamê de kesekî wê grûpê hat kuştin û kesek jî dîl hate girtin.
Wî jêderî da zanîn jî, di dema derketina şer de, endamên din ên wê grûpa nenas reviyan û her du revandî Şerefedîn Sîdo û kurikê 9 salî Mihemed Xelîl ligel xwe birine û ta vê demijmêrê çarenivîsa wan ne diyar e.
Herwiha got: Endamê ji wê grûpê hatiye kuştin bi navê Ebo Bekir El- Şamî ye û endamê hatiye desteserkirin bi navê Mehmûd Mihemed Bekar e û ew her du ji koçberên bajarê Qusêr ê parêzgeha Humsê ne. Tê gotin jî ku yek ji wan endamê Polîsa Leşkerî ya li Efrînê ye.
Li gor wî jêderî jî, niha lêgerîn li dû wê grûpê berdewam e, ji bo desteserkirina wan tawanbaran û rizgarkirina her du revandiyên di destê wan de mane Şerefedîn Sîdo û kurikê 9 salî Mihemed Xelîl.
Ji dema dagîrkirina Efrînê di 18ê Adara 2018an de ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ve, tenê ji bo standina pereyan bi hezaran welatiyên Kurd tên revandin, eşkencedan û ev çend welatî jî di bin eşkenceyê de hatine kuştin.

S. B