Li ser daxwaza Ocalan grevên birçîbûnê bidawî dibin

Çalakvanên ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê, piştî peyama îro ya Abdulah Ocalan, dawî li çalakiya xwe anîn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Çalakvanên ji bo rakirina tecrîdê li ser Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ketibûn greva birçîbûnê û rojiya mirinê, piştî peyama îro ya Abdulah Ocalan, dawî li çalakiya xwe anîn.

Parêzerên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di derbarê hevdîtina wan a roja 22ê Gulanê bi Ocalan re, îro di konferanseke ronamevaniyê de peyama Ocalan ji raya giştî re ragihand û dan zanîn, Ocalan got: Grevên birçîbûnê gihîşt armanca xwe.

Li Ser Bangawazîya Rêberê PKKê Abdullah Ocalan Parlamentera HDPê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên di zîndanan de çalakiya xwe ya gireva birçîbûnê bidawî kir.

Payema Leyla Guvenê ji ber rewşa wê ya Tenduristî ya xirap, ji aliyê Parlamenterê Wanê Tayîp Temel ve hate xwendin.

Herwiha li ser navê girtiyên di zîndanan jî Denîz Kaya got, "Em dawî li çalakiyên xwe yên grevên birçîbûnê û rojiya mirinê tînin."

Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdkirina li ser Rêberê PKKê Abdulah Ocalan li pêşiya ji roja 8'ê Adarê dest bi greva birçîbûnê kiribû. Herwiha ji bo heman mebestê nêzîkî 5 hezar kesî li derve û di nava zîndanan de ketibûn greva birîçîbûnê.

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan  ku ji 15ê Sibata sala 1999an de li Îmraliyê di zîndanê de, Parêzerên Ocalan ji 27ê Tîrmeha 2011an ve bi wî re hevdîtin nekiribûn.

Piştî 8 salan, roja 2ê Gulanê Parêzerên Ofîsa Asrin Hukukê yên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan hevdîtin pê re kiribû û herî dawî roja 22ê Gulanê bi Ocalan re hevdîtin pêk anîbûn.

 

 

S. B