Demîrtaş: Nabe hevdîtina Ocalan bibe bazara hilbijartinên Stenbolê

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, wek sitem û qirkirin û bêdewletiyê, gelek pirsgirêkên Kurdan hene, lê êdî dema mezinkirina hêvî û têkoşînê ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş dibêje, wek sitem û qirkirin û bêdewletiyê, gelek pirsgirêkên Kurdan hene, lê êdî dema mezinkirina hêvî û têkoşînê ye. Demîrtaş got, ew pir kêfxweş e ku berxwedana girtiyan gihîştiye armanca xwe û grev bidawî hatine û da zanîn, dema gel bi dengekî bilind daxwaz bike, wê demê azad dibin.

Hevserokê berê yê HDPê Selahedîn Demîrtaş ku, du sal û nîv zêdetir e di zîndana Edîrneyê de ye, bi rêya parêzerên xwe û rojnamevan Îrfan Aktan bersiva pirsên 33 rojnamevan û nivîskarên navdar yên li Tirkiyê û cîhanî da.

Demîrtaş got, ew bidawîbûna çalakiyên girevên birçîbûnê û gihîştina armanca xwe bi kêfxweşî pêşwazî dike û da zanîn, eger bo Ocalan derfet were dayîn, ew jî amade ye soza demokrasî û aştiyê ku dane, pêkve bicîh bînin.

Demîrtaş got, ew qebûl nake ku hevdîtinên bi Ocalan re wek bazariya hilbijartinên Stenbolê bên dîtin û da zanîn, çawa partiyên din hevdîtinan dikin, mafê HDP jî heye hevdîtinan bike û derbarê daxwazên gel û armancan de danûstandina encam bide.  Demîrtaş her weha got, helwesta wî bo hilbijartinên Stenbolê di çarçoveya partiya wî de ye.

Da zanîn jî, AKP, CHP û MHP Kurdan tenê wek Dengderan dibînin, behsa ziman, çand û erdnîgariya wan ya dîrokî, daxwaz û êşên wan nakin û da zanîn, bêrêzî li Kurdan tê kirin ku wan wek joker dibînin.

Demîrtaş di bersiva rojnameya Şalom ya Îsraîlî de jî got, li Tirkiyê neyartiya hember cihûyan bingeha xwe ji nijadperestiya Tirk û îslama siyasî digre û bi helwestên hikûmetan kûrtir dibe.

Demîrtaş got, sitema li ser Kurdan û şer û berxwedan berdewam dike. Pirsgirêka Kurdan ne tenê yêk e. Sed sal in pirsgirêka çand, ziman, aborî, hêvotîn û bêdewletî heye. Kurd bi zimanê xwe napeyivin, nanivîsin û naxwînin, ew jî pirsgirêka mezin e. Rast e, dewleta Tirk zimanê me qedexe kiriye. Lê belê em jî bi pratîka xwe piştgirîya wê qedexekirinê dikin. ez jî di nav de, kêmasiya mezin siyasetmedar in.

 

S. B 

Fly Erbil Advertisment