PerlemantarekêYNK: Me biryara dawîyê nedaye li ser dengdanê bi kandîdê PDKyê

Serkewt Gelalî, endamê firakisyona Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK) ragehand: Ew wekû firakisyon dê beşdar bin di civîna subehî ya perlemanê de ku taybete dibe bi hilbijartina serokê Herêma Kurdistanê.

K24- Hewlêr

Got jî: Di navber a YNKû Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK)rêkkevtinek heye û bo bicîkirina tevaya xalên wê rêkkevtinê, em daxwazîn PDK me diltenah bike.

Amaje bi wê yekê jî da, ew li benda civîna Mekteba Sîyasîya  partêya xwe ne, dûv re helwêsta xwe radigehînin li ser dengdanê bi kandîdê PDKyê bo serokatîya Herêma Kurdistanê.

Ev di demekê deye, dûhî , serokatîya Perlemana Kurdistanê di gazînameyekê de daxwaz ji perlemantaran  kir, roja Sêşembî, 28/5/2019 amadeyê civînê bibin. Serokê firakisyona PDKyê di perlemana Kurdistanê de,aşkera dike ku di wê civînê de mitmane û bawerîyê dide serokê Herêmê.