HSD: Tu pêwendiya me ligel Rifet Esed nîn e

HSD radighîne, tu pêwendiya wan ligel Rifet Esed nîn e

K24 – Navenda Nûçeyan

HSD radighîne, tu pêwendiya wan ligel  Rifet Esed nîn e.

Nivîsîngeha Ragihandina Hêzên Sûriya Demokrat di daxûyaniyekê de ragihand, nûçeyên behsa pêwendiya HSD ligel Rifet Esed  Serokê Kombûna Netewî ya Demokrat û mamê Serokê Sûriyê Beşar Esed ji rastiyê dûr in. HSDê di daxûyaniya xwe de wê yekê  red dike, ku ew ligel Rifet Esed di jêr sîwana Hevpeymaniya navdewletî de,  liser çend xalan lihev kiribin. HSDê da zanîn, ku ev nûçe  xebata Encûmena Sûriya Demokrat  ji bo çareseriyan û krîza  Sûriyê asteng dikin. Rifet Esed mamê Serokê Sûriyê, ji sala 1984an  ji Sûriyê hatiye derkirin û niha li Fransayê dijî.

 

 

 

C.B