Pelkane.. bi merca qebûlkirina bierebkirinê; rê didin cotkarên Kurd dirûnê bikin

Sera wê rêkkevtina ku hatîye encamdan di navbera cotkarên Kurd û Erebên Hawirde de, lê hêzên asayîşî rê nadin Kurd dexl û danên xwe vedirûn.

K24- Hewlêr

Sera wê rêkkevtina ku hatîye encamdan di navbera cotkarên Kurd û Erebên Hawirde de, lê hêzên asayîşî rê nadin Kurd dexl û danên xwe vedirûn.

Nûçegihanê Kurdistan24 ragehand, li gundê Pelkane ser bi nahyeya Sergerran, piştî ku rêkkevtin di navbera nwênerên Cotkarên Kurd yên Pelkane û Erebên Hawirde hat encamdan; dakû berpirs û hêzên asayîşî rê bidin Kurd dexl û danên xwe vedirûn, lê evro di dema çûna Kurdan bo vedirûna genim û cehên xwe, ji alîyê hêzên asayîşî ve rê ji wan hat girtin û ji wan re hatîye gotin, ku ew ti hisabê bo rêkkevtin û nivîsara parêzgarê Kerkûkê nakin û divê 31 xanîyên ku niha di gundî de çolin bidin Ereban. Wê çaxê ew dê bihêlin dexl û danên xwe vedirûn.

Bextîyar Sabîr, ku yek ji cotkarên gundê pelkane ye, got: Rê nadin Me dirûneya  dexl û danên xwe bikîn û hêzeka asayîşî ya mezin anîne  di nav gundî de.