HDP li dijî girtina PAK û PSK derdikeve
HDP li dijî girtina PAK û PSK, piştgiriya siyasî û hikûqî dide her du partiyan
K24 – Navenda Nûçeyan
HDP li dijî girtina PAK û PSK, piştgiriya siyasî û hikûqî dide her du partiyan.
Hevseroka HDPê Perwîn Buldan di dema civîna ligel şandeke PSK û PAK de piştevaniya xwe ji bo wan her du partiyan tekez kir û ragehand, ku girtina partiyên Kurdî bi hinceta navê Kurdistanê xaleke reş e di dîroka Tirkiyê de ye.
Buldan got: “Em wekî HDP di kevneşopiya xwe de gelek caran tuşî partîgirtinê bûn. Îro di pêvajoya demokrasiya Tirkiyeyê de partî nayên girtin. Lê ji bo girtina partiyên Kurdistanî peyva Kurdistanê wekî hincet tê nîşan dan. Emê wekî HDP her cûre piştgirî bidin kampîna we. Emê himpiştgiriya siyasî him jî piştgiriya hikûqî bidin. Çi ji destê me were emê bikin”.
C.B