Pirojeyek dihê amadekirin bo deverên Kurdistanî yên li dervey rêveberîya Herêmê

Perlemana Kurdistanê piroje yasayekê amade dike bo çareserkirina arîşeyên deverên Kurdistanî yên dikevin derveyê desthilata Hikumeta Herêma Kurdistanê. Bo evê mebestê jî serdana deverên Kurdistanî dike daku madeya 140 bihê karakirin . Komîteyek ji Perlemana Kurdistanê diçe Bexdayê û daxwaza guhertina serokê madeya 140 dike. Bo bersiva alîyên sîyasî jî li Kerkûkê dibêje: Eger Em hevgirtî nebîn Me çi pê çê nabe.

K24- Hewlêr

Perlemana Kurdistanê hewil dide çareserîya arîşeyên Kerkûkê bike, bo evê mebestê jî piroje yasayekê amade dike û Komîteya Deverên Kurdistanî yên derveyê rêvebrîya Herêma Kurdistanê diçe deverên Kurdistanî. Ew piroje tenê di navbera endamên wê Komîteyê gotûbêj le ser hatîye kirin û endamekê wê komîteyê jî zanyarîyan li ser naveroka wê piroje yasayê aşkera dike.

Alîyên sîyasîyên Kerkûkê jî daxwaz ji Perleamana Kurdistanê û hikumeta Kurdistanê dikin rê li pêş bi erebkirinê bigirin û biryarên parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re bigirin.

Mihyedîn Hesen, endamê Perlemana Kurdistanê dibêje: Alîyên sîyasî hevgirtî nîne û bo rîgirîyê li bierebkirinê û bo vegeradina wan deveran bo ser Herêma Kurdistanê Em  dê biçîn Bexdayê û daxwaza karakirina madeya 140 dikîn û daxwaza guhertina serokê Komîteya evê madeyê jî dikîn.

Rewşa Kerkûkê û deverên Kurdistanê heya dihê xirabtir dibe û rojane hevwelatîyên Kurd li pêş çavên hêzên asayîşî dihên şehîd kirin.  Perlemana Kurdistanê bo çareserkirina arîşeya Kerkûkê dibêje: Alîyên sîyasî hevgirtî nebim ew dever bi temamî dê ji dest Me herin.