Desteya Destpakîya Kerkûkê çendîn dosê yên gendelîyê li dijî Rakan Cibûrî dide dadgehê
Desteya Destpakîya Kerkûkê çendîn dosê yên gendelîyê tomar kirîne li ser Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re. Perlemantarên Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)ew dosê radestê dadgeha Kerkûkê kirîne
K24- Hewlêr
Desteya Destpakîya Kerkûkê çendîn dosê yên gendelîyê tomar kirîne li ser Rakan Cibûrî, parêzgarê sepandî bi ser Kerkûkê re. Perlemantarên Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê (YNK)ew dosê radestê dadgeha Kerkûkê kirîne. Ew gendelî jî di xerckirin û dîyar nemana gelek pereyan ku dûr ji yasa û vajîya rênimayan hatîne xerckirin.
Perlemantarekê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK) dibêje: Pêdivîye arîşe ji rehan ve bihên çareserkirin li gor rêkkevtinê di navbera alîyên Kurdistanî û hikumeta Herêm û Bexdayê de.
Dîlan Xefûr, perlemantarê YNKyê dibêje: Wan ew dosê yên hanê radestê dadgeha Kerkûkê kirîne.
Meyade Necar perlemantara PDKyê dibêje: Arîşeyan pêdvî bi wê yekê heye ji rehan ve bihên çareserkirin. Ev jî li gor rêkkevtinê dibe di navbera alîyên Kurdistanî, herdû hikumetên Herêm û Bexdayê de.
Berê jî, pişkek ji endamên Civata Parêzgeha Kerkûkê tevaya rapota Rakan Cibûrî red kirin ku dixawazt bê hûrkarî û bi awayek bê binema zêdetir ji 50 milyar Dînaran xerc bike.