Li Şengarê daxwaz dihê kirin goristaneka taybet bi Cînosayda Êzdîya bihê duristkirin

Li Sinûrê qezaya Şengarê 80 gorên bi kom hatîne vedîtin û heya niha 10 gor hatîne hilvedan û 138 rûfat têde bûn.

K24- Şengar

Li Sinûrê qezaya Şengarê 80 gorên bi kom hatîne vedîtin û heya niha 10 gor hatîne hilvedan û 138 rûfat têde bûn.

Kesûkarên qurbanîyan daxwaz dikin goristaneka taybet dikin bo evê karesatê, dakû bibe nasnameya cînosayîda Kurdên Êzdî.

Qezaya Şengarê li 3yê me ha Tebaxê, 2014yê hevrûşî hêzişa Çekdarên Daişê hat. Bi egera wê yekê bi dehan hezar hevwelatî derbider û aware bûn û bi hezaran kesên din jî kevtin dest daişê û komkuj  kirin û jin û kiç jî mîna kenîzeyan reftar li gel kirin û li bazarên bendeyê kirîn û firotin bi wan hat kirin.

Li 15yê Avdarê, 2019yê yekem gorê bi kom li sinûrê gundê Koco hat vedîtin.

Tîmên hikumeta Herêma Kurdistanê û Netweyên Hevgirtî û alîyên peywendîdarên Îraqê destkirine bi hilvedana gorên bi kom.