Hevşaredarên berê yên Melezgirê bi 20 salan ceza kir
Dadgeha Muşê Hevşaredarên berê yên Melezgirê bi 20 salan ceza kir.
K24- Hewlêr
Dadgeha Muşê Hevşaredarên berê yên Melezgirê bi 20 salan ceza kir.
Hevşaredarên berê yên DBPyê yên bjarokê Melezgirê Halîs Coşkun û Memnune Soylemez di sala 2016ê de ji kar hatibûn derxistin û zindanîkirin.
Halîs Coşkun û Memnune Soylemez li dadgeha Mûşê careke din hatin mehkemekirin. Dadgeha Mûşê bi tohmeta endamtiya PKKyê 12 sal ceza da Halîs Coşkun û 8 sal 6 meh ceza da Memnune Soylemezê.