HDP piştgiriya siyasî û hikûqî PAK û PSKyê dike
HDP dijî girtina PAK û PSKyê piştgiriya siyasî û hikûqî dide her du partiyan.
K24- Hewlêr
HDP dijî girtina PAK û PSKyê piştgiriya siyasî û hikûqî dide her du partiyan.
Îro şaneyên her 2 partiyên Kurdistanî, Partiya Azadiya Kurdistanê PAK û Partiya Sosyalîsta Kurdistanê PSK serdana Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê kirin û dijî girtina partiyên xwe ji HDPyê daxwaza alîkariyê kirin. Hevseroka HDPyê Perwîn Buldanê jî da zanîn ko HDP dê her cûre piştgirî bide PAK û PSKyê.
Perwîn buldan got:Em wekî HDP di kevneşopiya xwe de gelek caran tuşî partîgirtinê bûn. Îro di pêvajoya demokrasiya Tirkiyeyê de partî nayên girtin. Lê ji bo girtina partiyên Kurdistanî peyva Kurdistanê wekî hincet tê nîşan dan. Emê wekî HDP her cûre piştgirî bidin kampîna we. Emê himpiştgiriya siyasî him jî piştgiriya hikûqî bidin. Çi ji destê me were emê bikin.