Serok Barzanî pêşwaziya Serkonsûlê Filistînê Nezmî Hazurî kir
Di hevdîtinê de Serkonsûlê Filistînê Nezmî Hazurî silavên Serokê Filistinê Mehmûd Ebbas gihandin Serok Barzanî
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Barzanî li Pîrmam pêşwaziya Serkonsûlê Filistînê Nezmî Hazurî kir.
Di hevdîtinê de Serkonsûlê Filistînê Nezmî Hazurî silavên Serokê Filistinê Mehmûd Ebbas gihandin Serok Barzanî.
Serkonsûlê Filistînê Nezmî Hazurî rêzên xwe ji bo rola Serok Barzanî di aştî û ewleyiya li herêma Kurdistanê, Iraqê û herêmê de anî ziman û hêviya xwe ya berdewamiya jiyana pirreng û pirrdeng a Kurdistanê de, ya di navbeyna ol û pêkhateyên cuda de diyar kir.
Di hevdîtinê de liser pêwendiyên dîtokî yên di navbeyna gelên Kurdistanê û Filistînê de hate rawestandin û doza rewa ya her du gelan hate ziman.
C.B