Mesrûr Barzanî ji Civata Navdewletî xwest, karatir werin ser xet
Mesrûr Barzanî daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, karatir bên ser xet
K24 – Navenda Nûçeyan
Mesrûr Barzanî daxwaz ji Civaka Navdewletî dike, bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, karatir bên ser xet.
Îro Şêwirmendê Civata Asayîşa herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Ramon Blecua Balyozê Yekîtiya Ewrûpa li Bexdayê civiyan. Di civînê de dawî rewşa navçeyê û pêwendiyên di navbeyna Hewlêr û Yekîtiya Ewrûpayê hatin gotûbêjkirin.
Mesrûr Barzanî tevî balkişandin, ser rewşa giştî ya navçeyê, rewşa siyasî ya Iraqê û pêngavên pêkanîna Kabîneya Nû ya Hikumeta herêma Kurdistanê, hêvî xwest Civaka Navdewletî, ji bo çareserkirina pirsgirêkên di navbeyna Hewlêr û Bexdayê de, karatir bên ser xet.
Balyozê Yekîtiya Ewrûpayê jî, piştevaniya Yekîtiya Ewrûpayê ji bo pêngavên herêma Kurdistanê anî ziman û amadeyiya Yekîtiya Ewrûpayê di alîkarîkirin a pêngavên encamdana çaksaziyê di dezgehên fermî yên herêma Kurdistanê de, nîşan da.
Hêvîya serkeftinê ji Mesrûr Barzanî re, di serokayetîkirin a Kabîneya dahatî ya Hikumeta herêma Kurdistanê de xwest.
C.B