PDK: YNKyê pişta xwe kir rêkkevtinan

Gotebêjê Partîya Demukrata Kurdistanê (PDK)li ser dawîn pêşhatên piroseya sîyasî li Herêma Kurdistanê, daxuyanîyek belav kir.

K24- Hewlêr

Peyvdarê Partî tekez dike, Yekîtî pişta xwe da ye rêkeftin û sozên xwe û bi hewldan jî, ji bo paşxistin û rawestandina proseya siyasî tometbar dike.

Peyvdarê Partiya Demukrat a Kurdistanê Mehmûd Mihemed di daxûyaniyekê de amaje bi wê yekê dike, jiber bawerîbûn bi binemayên berpirsîyariya hevbeş di hikumkirina Herêma Kurdistanê û xizmetkirina zêdetir ya gel û proseya çaksaziyê, wan di mehên Adar û Gulanê de, du rêkeftin digel Yekîtî îmze kirin.

Di rêkeftina 4ê adara 2019an de, ew digel Yekîtî liser diyarîkirina parêzgarek Kurd ji bo Kerkûkê rêkeftin, bi awayekî digel pêkanîna Hikumeta Herêmê, gavên pêwîst bo çarekirina pirsgirêkên parêzgarê Kerkûkê bi danîna parêzgarekî nû bê avêtin. Ew jî ligorî rêkeftina Serok Barzanî û Kosret Resûl Elî bû.

Piştî pevguhertina nerînan û danûstandinan, her dû berêzan liser diyarîkirina Ferîdûn Ebdulqadir ji bo postê Parêzgarê Kerkûkê rêkeftibûn. Herweha derbarê postê Wezîrê Dada Îraqê hevgehiştin û rêkeftin di navbera Serok Barzanî û Kosret Resûl Elî hebûye liser diyarîkirina kesekî Kurd bê alî ji bo wî postê hebûye, û Partî û Yekîtî pabendî wê rêkeftinê bibin, lê duhî demjimêr 10ê şevê Serkirdeyekî Yekîtî sê navên din ji bo postê Parêzgarê Kerkûkê ji bo Partî şandiye, ku ew binpêkirina rêkeftin û sozan e.

Peyvdarê PDKê radighîne, bi mixabinî ve biraderên Yekîtî bi bêyî berçavgirtina rewşa hestyar a Herêmê û piştguhxistina hêviyên xelkê Kurdistanê pişta xwe dan rêkeftinan û li civîna îro ya Parlamentoyê bo hilbijartina Serokê Herêmê amade nebûn, wek çawa beriya niha jî, pişta xwe dan rêkeftinan û di civîna 18ê Şibata îsal jî, beşdar nebûn.

Peyvdarê Partî ragehand, ew dibîn in ku helwesta Yekîtî xizmeta proseya siyasî nake û hestyariya qonaxê, hêviyên xelkê û rûbirûbûn a astengiyan ji wan dixwaze, ku di pêkanîna dezgehên rewa yên Herêma kurdistanê berdewam bibin û bigehe encamên dawiyê.