Firoke yên Cengîyên Turkîyayê binara Qendîlê burdûman dikin
Firokeyên cengîyên Turkîyayê zincîre çîyayên Asos, Saxî Korîs, derdorê gundên Albane Berde Girwê, Derekotir li binarên çîyayê Qednîl û çend gundên û bilindahîyên din burduman kirine.
K24- Hewlêr
Firokeyên cengîyên Turkîyayê zincîre çîyayên Asos, Saxî Korîs, derdorê gundên Albane Berde Girwê, Derekotir li binarên çîyayê Qednîl û çend gundên û bilindahîyên din burduman kirine.
Herçende di destpêkê de behsa wê yekê heû ku ew burdûman ji alîyê Îranê ve hatiye encamdan, lê dîter wan gundan dibêjin: ji elindê ve çend firoke bi asmanê deverê re digerîyan û dûv re burdûamn destpêkirîne.
Amaje bi wê yekê jî kirine, berê wê deverê baregehên PKKyê têde hebûne û gelek caran firokeyên Turkîyayê ew dir burdûman kirine, lê ti caran weha nêzîk gund burdûman nekirine.
Li gor xelkên deverê heya niha wan burdûmanan ti zîyanê canî nebûye, lê tirs kevtîye nav xelkê.