Efrîn: Şer di navbeyna grûbên çekdar de

Li bajarokê Cindrês ê Efrînê şer di navbeyna du grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derket

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarokê Cindrês ê Efrînê şer di navbeyna du grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve derket.

Çavkaniyek ji bajarokê Cindrês ê Efrînê ji Kurdistan 24 re ragehand, îro piştî nîvro şer di navera grûbên Ceyş Ehrar El-Şerqiye û Ehrar El-Şam ên ser bi Tirkiyê ve, li nav bazara wî bajarokî de derketiye, û heta niha ziyanên canî nehatine zanîn.

Çavkaniya navborî diyar jî kir, di encama wî şerî de, ziyanên madî gehaye bazara wî bajarokî, hemû dikan hatine daxistin û zirîpoşên Artêşa Tirkiyê derbazî nav bajarok bûn e.

Ji dema dagîrkirina Efrînê, grûbên çekdar ên ser bi Tirkiye ve, bi dizî, talan û revandina hevwelatiyên Efrînê, hemû mafên mirovî binpê kirin e.

 

 

C.B