Wezîrê derve yê Turkîyayê pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dike
Nêçîrvan Barzanî hilbijatî yê posta serokê Herêma Kurdistanê peywendîyeke telefonî bo hat ji alîyê Mewlûd Çawişoglu, wezîrê derveyê Turkîyayê .
K24- Hewlêr
Nêçîrvan Barzanî hilbijatî yê posta serokê Herêma Kurdistanê peywendîyeke telefonî bo hat ji alîyê Mewlûd Çawişoglu, wezîrê derveyê Turkîyayê .
Di wê peywendîya telefonî de, Çawişoglu, pîrozbahî li Nêçîrvan Barzanî kir bi boneya hilbijartina wî bo posta serokê Herêma Kurdistanê ji alîyê perlemana Kurdistanê ve û hêvîya serkevtinê bo wî xwazt di posta nû de û tekez jî li ser peywendîyên dû alî kir.
Ji alîyê xwe ve jî rêzdar Nêçîrvan Barzanî supasêya Çawişoglu kir bo pîrozbahîkirinê û hêvî xwazt peywendîyên dû alî di hemû bwaran de zêdetir ber bi pêşve bihere.